Gönderi

Em hemû Rêwî ne.
9/10
·285 syf.··
Beğendi
·
2025 17. kitabı
Min ev pirtûk demeke dirêje xwendiye û ez dixwazim li ser vê pirtûkê çend tiştan binivîsim. Ku kengî vê pirtûkê bibînim naveroka wê wek fîlmekê ji ber çavên min re derbas dibe,Ango wek jiyana gelek Kurdan. Nivîskar İkram Oğuz vê romana xwe, bi zimanekî hêsan nivîsiye, dema mirov dixwîne qet aciz nabe,û di nava bûyeran de winda dibe, ji ber wê jî pirtûk wek avê diherike diçe. Mijara pirtûkê di navbera salên 1960 û 1980 de derbas dibe, di salên 60 de ti serhildaneke Kurdan pêk, nayê di wê navberê de jî dewlet qet disekine bi lez û bez û bi awayekî tundî dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê dike,û Rêwî destpê dike. Di pirtûkê de sê kesayet ên sereke hene. Şêx: mirovekî oldar e û karmendekî dewlemende. Mamoste Elî Riza: Kurd e û ji bo asîmîlasyonê xizmetkarê dewletê ye. Û Rêwî (Tajdîn): xortekî jîr,karker, zane û welatparêz e. Her Kurdekî/ê di dema ku zaroktiya xwe de,di dibistanan de bi Kurdî axivî ye û ji ber vê jî nijadperestî dîtîye. Û mamosteyên ku perwerde daye wan, her dem zimanê dayikê ji wan re qedexe kiriye, û Kurd bûna wan dîrok,ziman,çand û hwd ji wan re xirab daye nasîn... Ji ber wê jî gelek kesan xwe winda kiriye,û bûne xwedîyê gelek bîrdoz û ji koka xwe dûr ketine. Piştre ji wan kêm kesan ji dîsa fêrî zimanê xwe bûne û di nava wê xewna kirêt de hişyar bûne. Ji bo Kurd bûna xwe bûne xwedî hişmend.(em hemû rêwî yê xwe nasînê ne)Kurd jî wek vî rêwî yê rêya xelas bûn û hişmendî yê ji xwe re digerin,da ku xwe xilas bikin. Nivîskar di vê romana xwe de, pirsgirêka di nav civaka Kurdan de, û di heman demê de jî nakokiyên di navbera dewlet û Kurdan de bi awayekî balkêş datîne berbi çavan. Rêwî yê me (Tajdîn) di navbera mamoste, şêx û malbata xwe de dimîne. Mamosteyê wî dixwaze pêş bikeve lê Şêx û malbata wî jî naxwaze pêş bikeve, li gorî Şêx û malbatê ew bi vî awayî bê ol bibe û xwe winda bike. Tajdîn û malbata xwe derbasî bajar dibin Rêwî pêş dikeve, gelek tiştên nû fêr dibe û xwe di nava refên şoreşêgerî yê de dibîne. Piştî gelek bûyer ji ser Tajdîn û malbata wî re derbas dibe, Rêwî rojekê rastî pirtûkeke bi zimanê xwe tê! bi vê pirtûkê re rêwî ji bingeha xwe ve diguhere û dikeve pey şopa ,dîrok,ziman,çand û hwd û xwe nas dike. Lê dewlet qet disekine, her Kurdek bi çi awayî pêş bikeve dewlet ji nêz ve dişopîne û Rêwî,Şêx û bi mamoste yê wî Elî Riza re xwe di nava girtîgehê de dibîne,û rêya Rêwî (Tajdîn) dawî lê tê. Ez vê pirtûkê pêşniyar dikim, ez bawerim ên ku bixwînin,wê gelekî kêfa wan ji vê pirtûkê re bê. Em hemû rêwî yê rêya xwe ne,an di nava jiyana xwe de an di nava pirtûkê de,ango dawî wê me hemûyan bê.
Kurdî
Rêwîİkram Oğuz · Doz Yayınları · 20172 okunma
·
164 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.