Gönderi

Rênas Jiyan - Dê û Law
"Gava ez diçûm niviştek çêkirîbû diya min ji bo min sê nanê firnê qewl krîbû ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista lêvilkên wê diricifîn çavikên wê diperpitîn ku ez vegeriyama wê sê rojan rojî bigirta di ber riya xwedê de wê sê nanê firnê belav bikira di ber riya şêx û ûcaxan de wê şîrê şêr ji min re bianîya di şîvê êvaran de wê gulîsorek por hinekirî bixwesta li gora dilê xwe ez bizewicandima ne sê nanê firnê belav kir diya min ne sê rojan rojî girt ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de venegeriyam li wir mam hêvîyên wê di dil de bûn kulmek cîncoq şikestin û man porkura diya min li ber malê hîn li hêvîya min e hîn…"
Kurdî
·
1 +1'leme
·
242 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Zânâca Nezan
Gönderi Sahibi
"...wê li wir por spî kir min li vir jîn spî kir."