Puan vermedi·135 syf.··Beğendi
···Okunma: 10 Ekim 2025 21:46 Slav û rêz...
Mehmed Uzun ne tenê nivîskarê Kurd e, lê dîroka xwe bi gotinên xwe nû kîr.
Waxtê ku em pirtûkê wî dixwînin, em dibînin ku nasnameya me wisa, bi pên û dîl tê nivîsîn...
Ji bo min Mehmed Uzun wek rojeke yê. Rojê ku ji dora çiyayên tarî derdikeve. Ew rojê gelê Kurd germ dike û jiyan dide. Ruhê wî hertim di ronahiyê de bimîne..
Di Mirina Kalekî Rind de, Çîroka Kalo û Serdar tê gotin — çîroka xemgîn û hêja ye..
Serdar, li rêya surgunê yê; ji welatê xwe dûr darê û nav derd û bîranînê de dijî.
Kalo, mêrê ku rastî û dilpak e.
Jiyana wî hemûyî bi deng û stran re tê şopandin.
Ew dengbêjek e ku di her gotinê de hest û dîroka xwe dişopîne.
Di nav xelkê de bi rûmeta xwe tê nasîn — mirovê ku ji xwe, ji stran û ji dilê xwe nakeve.
Billurê Kalo navê dengê wî ye; dengê paqij û nerm ku her kesê ku bihîst, di dilê xwe de dihewîne.
Kalo wek deng û stran e ; Serdar jiyana nû, berxwedan û bêhna rojê ye...
Serdar li rêya surgunê de , li gundekî Kalo dibîne.
Nasbûna Kalo û Serdar gelek taybet û ma'nedar e.
Serdar, dema ku Kaloyê nas dike, cîhanê kê nû keşf dike.
Piştî wê, Serdar ji gund derdikeve û dare welatekî biyanî de dijî. Dengê Kalo hertim di dilê Serdarê de dijî...
Gava paşê dîsa vegere gundê xwe û dibîne Kalo mirîye.
Kalo mirî, lê Serdar ne karîbû wî careke din bibîne... Ev e ku çîrokê bi xem û bêdengî tê dawî.