Ax dayika min a feqîrok, te lêvên xwe dan ser hev û te jiyana min û jiyana xwe jî kire gola gû!" Diya min stûyê xwe xwar kir: "Qîza min a delal, tu li sûcdaran digerî, sûcdarkirin hêsan e! Ez ê bi ku da biçûma? Erd hişk, asîman bilind bû Tu hema çavên xwe digirî û devê xwe vedikî! Tu min fêhm nakî û min dişkenî!" Diya min a ji neynîkê li min dinêrî, min got gelo ev diya min e! Gava sûretê diya min nêzîk bû, min di neynîkê de sûretê xwe dît.
Sayfa 62·Kitabı okudu
Edebîyata Kurdî
·
75 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.