Dîcle me ez, qirîna hezar salan,
Girîna nû ya îro
Ev çi hal e, ev çi hewal e?
Ka welatê aş, ka zemanên baş?
Dîcle me ez, sebra hezar salan
Li ber ba û bahozê rawestî
Li ber agir û şewatê xwe ragirtî
Li hember lîstikên bîr û hiş her zînde
Berxwedan qewlê min e