Fawaz Husên. Kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê, ji gundê Kurdo yê li ser Amûdê ye. Nêzîkî pêncî salan e li Ewropayê dijî, yek ji wan nivîskaran e ku bi salan, berheman li edebiyata dîyasporayê zêde dike. Ev pirtûka wî ya şeşan e ez dixwînim. Pirtûk teze vê payîza dereng ji weşanxaneya Avestayê derket. Bo cureya berhemê roman hatiye gotin lê ez dixwazim bibêjim ew vegotin e, bîranîn û rojnivîsk e, ango bêtir nêzîkî van cureyan e. Zimanê pirtûkê wekî hemû pirtûkên wî yên din pirr sade û xwerû ye.
Di berhemên Husên da, meriv dikare bibêje temaya sereke hesreta welêt, bêrîkirina zarokatî û rabirdûyê ye. Hema bêje di her berhemê da nivîskar behsa rojên xwe yên berê, behsa zaroktîya xwe, behsa xortaniya xwe, behsa malbat, heval û hezkiriyên xwe dike. Ev yek, bi gelemperî di edebiyata dîyasporayê da heye. Hema bêje hemû kurdên ku neçarî terka welatê xwe kirine û li Ewropayê ketine pey cih û warekî da ku pê sitar bibin û bikaribin debara xwe pêk bînin, vê rewşê di berhemên xwe da honandine. Lê min di berhemên Fawaz Husên da ev yek zêdetir dît. Ew pêncî salên li welatê xerîbîyê ti carî nikaribûye kela dilê wî dayne, an jî di şûna welatê wî da jê ra bibe welat, bibe sitargeh. Ewropa, ji bo kurdan, bi taybetî ji bo kurdên ku hemû emrê xwe ji welatê xwe dûr buhurandine, tim bûye cihê hesret û bendemayînê.. Ew, ti carî nebûye "welat" nebûye "mal" jî. Meriv heta sibehê behsa vê mijarê û vê têgehê bike, bawer dikim gotin wê neqede.
Di vê berhema Husên da jî em dibînin lehengekî bi navê Feremerz heye. Feremerzê Hejarî, kurdê aware û derbider! (Ew xwe wisa pênase dike.) Di destpêka pirtûkê da em dibînin ku lehengê me ketiye heftê salîya xwe û ji ber ku kesekî wî tune ye, ango ew tik û tenê ye, ew xwe bi xwe rojbûna xwe pîroz dike. Ve yekê pirtûka Marquez Benim Hüzünlü Orospularım anî bîra min. Ji xwe nivîskarê me di gelek cîhan da navê Marquez hildide û wek "nivîskarê mezin" behsa wî dike.
Dîsa em dibînin lehengê me yê Hejarî! ji helwesta kurdan a "qels" û "bêkêr" bi gazin e. Çima kurd li mîrasa xwe xwedî dernakevin, çima bi helwesteke nîştimanperwer tevnagerin, çima pişta xwe didin axa bav û kalên xwe û hwd. Ew, di nav ewqas xireciran da xwe dispêre Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî, nahêle ku ew ruhê kurdayetiyê terka bedena wî ya heftê salî bike. Di heman demê da ew Cioran û Kavafîs jî bi bîr tîne ku hevparîyek di navbera wî û wan navan da heye.
Min pirtûk bi kêfxweşî xwend, dikarim zêdetir behsa naverok û têgehan bikim lê mixabin wextê kesî tune ye ji xwendinên dûdirêj ra:) ji ber wê kurt dibirim û pêşniyar dikim.. hêvîdar im yên ku bixwînin jî wê çend kelaman lê zêde bikin..