Parzemîna cîwan Europe bi şaristana xwe a nûjen buye navenda dinyayê,buye hotela dinyayê: belê hotele ango tenê bo demekî malxweyêtiyê dike.
Berhem di serî de wek bîranînên honandî (Autofiction) hat xuya lê nivisa nivîskar a di dawiyê de me dît ku, hemî buyer rastin. Nivîskarî tenê navê kesan û cihan guhertiye. Firat Aydînkayayî di nivîsa xwe a derbarê berhemê de ( nupel.tv/firat-aydinkaya... ) dibêje" berhem, kilîşeyek ji kilîşêyên romanên penaberiyêye" Belê bi giştî wusane, niviskar her û her çand û kulturê dide berhev. Pê re jî peyama xwe a bingehîn dide: dema mirov ji rehên xwe biqete serobino dibe ji keseyatiya xwe, ji rûmeta xwe diqete nema jê biparêze. Hemî kultur û îdeolojî heta bawerî jî têk diçe. Ji Mihemedê Hacîzade ê melayê Îranî tevahî ne çand dimîne ne jî exlaq. Saqî Gulçîna entelektuel û feminîst bi dek û dolaban, pêşî li zewaca Ru'ya xanimê û mêrikê Ereb digire û dawiyê de vî mêrikî dike. Monsieur Luciana Cihûyekî Portekîzî ye û pir dewlemende lê têkçûna herî mezin ew dijî. Rûyê vê dijmintiya olan evîna xwe wunda dike. Axiryê de xwe diavêje ber bextê dijminê xwe û alî wan tê desteserkirin. Ji xwe em aqubeta wê jî nizanin.
Niviskar pêşî bala xwêner dikşîne li ser du aliyên herî durê hev: Îsraîla Cihu û Dewleta Îslamî a Îranê . Dijbertiyeke ew qas mezin û şibandina herdu kesan ( Monsieur Luciana û Mihemedê Hacîzade) di serê romanê de destpêdike heya ku dibe axirya romanê. Ol, dewlet, sînor û dijminanî hemî alî kî kesekî Cihû û kesekî Îranî wek "sêvek bin û tu bikî du parçe ne" Bawerim niviskar vê xeteriyê halî dibe û demildest vedigere welat.
Hemî penaber ji zilma Rojhilat çûne welatên Rojavayê. Niviskar tevî qerekterên xwe pirsa rûdana vê muhaciriyê dike. Welatên Rojavayî her çi qezenc û serwetên xwezayî ên welatên Rojhilatî hene dikine destê xwe û top û tifingên xwe difroşin wan. Rojhilatî gelemperî pêşkiriyê didin hev: Kurdên çar aliyê Kurdistanê li penaberiyê bi awayekî dilsoz dibin yek.Niviskar bi awayekî eşkere aliyê Rojhilat digire. Her tim çavdêriya Mihemedê Hacîzade dike. Dema li Hotel Europe yê dizî çêdibe polês pirsa navê diz dikin. Madam Gallatî dibêje " Helbet Mihemed" ev gotin Vebêjer digire ( dixeyîde) û dilê wî bo Monsieur Luciana dişewite û hîn jî di xema wî de ye.
Niviskararekî wek Ferhad Pîrbal çima romaneke bi vê rengî,yek alî bi hûrgilî qels û polîka klişe. Bawerim aliyê xwe - rojhilatî bûn - bawere û xwestiye vê bi vê romanê eşkere bike.