"Gelo em ê bikaribin, ligel her tiştî, hêviya siberojekê bikin ku em giş bikaribin bi aheng tê de bijîn?" (r. 138)
Antîkolonyalîstê Tunisî Albert Memmi di vê pirtûkê de ji me ra behsa wê yekê dike ka gelo rojekî gelên bindest ji bindestiya xwe rizgar bibin, serxwebûnê bi dest bixin, wê hemû pirsgirêkên wan miletan ji holê rabin yan na? Ew miletên ku demên dirêj di bin destê kolonyalîstan da mane gelo dê piştî serxwebûnê bikaribin birînên xwe bipêçin, ew tesîra ku kolonyalîstan li ser wan hiştiye, dê bikaribin ji ser xwe biavêjin? Memmi bi me dide zanîn ku ev ê ewqas ne hêsan be. Dibe ku ew gelên ku ji bindestiyê xilas dibin demeke dirêj nikaribin werin ser hemdê xwe. Dibe ku nikaribin ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî re çareyan bibînin an wek miletekê hevdu hembêz bikin û bi hev re tiştên ku winda kirine dîsa bi dest bixin. Albert Memmi vêya bi awayekî zelal ji me re rave dike ku piştî dekolonîzasyonê jî çareseriya hin pirsgirêkan wê zû bi zû pêk neyê. Ji van pirsgirêkan belkî ya herî mezin ew e ku ew milet bikaribe di nava xwe de yekîtîyekî ava bike ango li gel ewqas nakokî û dijberiyan ji bo silametîya netewebûna xwe bikaribe hevdu bi cudahiyên hev ve qebûl bikin. Pirsgirêka din a mezin jî bêgûman rewşa aborîyê ye. Di cihekî de Memmi li ser vê yekê disekine û dibêje piştî serxwebûnê dibe ku ew milet heta wextekî mihtacê serdestên xwe bin jî û kêmasiya wan bikişînin.. trajedîyeke mezin e ev.
Di edebiyatê de jî pirtûka Thiongo, Bir Buğday Tanesi ji bo vê mijarê mînakeke pirr baş e, divê miheqeq bê xwendin.
Piştî ku min ev pirtûk qedand, min çavên xwe girt û xeyal kir em ji rewşa bindestiyê derketine, me serxwebûna xwe bi dest xistiye, welat aza ye, şêrên dayikan di paxilên wan da ne, govend û dîlan e:) piştre min ji nişka va çavên xwe vekir û fikirîm ku ew ê ne ewqas hêsan be, ne ewqas bê azar û êş be.. lewra nakokiyên di navbera miletê me da bawer nakim piştî serxwebûnê jî biqede û ev milet bê teredut bikaribe bibe yek. Lê piştre poşman dibim ji vê reşbînîya xwe û dibêjim çima nebe? Ji xwe heke me serxwebûn bi dest xistibe ev tê wê wateyê ku me pirsgirêkên mezin di nava xwe de çareser kiriye û em heta astekî bûne yek. Ji vê şûndatir jî hûrgilî ne û çiqas dem bigirin jî îhtimal heye ku ew rojekî bi temamî ji nava me derkevin. Em jî wek her miletî, li ser axa xwe, bi muameleyeke neteweyî û însanî bikaribin bijîn.
Beriya ku ez nirxandina xwe biqedînim dixwazim behsa keda wergêra vê pirtûkê bikim, ango behsa Fexriya Adsay. Vê xanimzera bi xîret heta îro pirtûkên gelek baş û bi kêr wergerandiye kurdî. Ev berhema li ber destê me jî yek ji wan pirtûkên baş û bi kêr e. Ji bo miletên bindest xebatên dekolonyal divê li her qadê hebin, herwiha li qada teorî edebiyatê jî. Xwedê kêmasiya Fexriya Xan nede bi tevê hemû emekdarên ziman û edebiyatê. Bi hêviya serxwebûnê..