tenêtiya qehweyi
çavên te yên sosret şeva maşiyayî
kolanên bîna edabê jê tê
mar û gurên di goştê min de direqisin
ma hewce ye behsa dilê perpitî bikim
ka çi bû ku em bêdeng man
ka çi heye em biaxivin
de dest bi gunehekî nû bike
em disa bipirsin navnîşana tîrêjê ji şevê
bi ritmeke xweşik a şêtbûnê
em bireqisin li ber deriyê heyatê
ji seriyek ta yekî din
em bigavînin xweliya bendemayînê
em navine nû binivîsin
li ser çermê tenêtiya qehweyî
em bikin ku
gulên şabûnê har û dîn bibin
ji seriyekî ta yekî din
r.34