Gulên Şoran çîroka kes û welatê têkçûyî ye lê li ser himekî de jî xwedî çirûskek hevî ye.
"Baweriya xelkê bi mirinê ji baweriya wan bi jiyanê, zêdetir e" (r.19) Piştî şerê Cîhanê ê duyem de welatekî di navbera du dagirkeran -"Cihûyan bi vê yekê berî misilmanan oxira Rûsan bi xêr dikirin.Ferxe ramiya, herdu alî gawir bûn" (r.68)-çawan bin, nîştecihên vî welatî jî wisa nin: Yek kes li ser hişê xwe li ser rêyekî nine. Hemî jî di nava xwede navokokiyê dehewînin. Ji xwe nivîskar jî dema buyerekî an jî kesayetekê vedibêje. Berê xwêner dide alî kî xwêner li gor wî diçe lê , lê dinêre rê guherî an jî yekser berovajî domî. Ev pir alî bûn tevliheviya kesayeta derdixe holê û xwêner kaşî nava ramanên lêpirsînê dike ( ewê/ ewî çima wusa kir?).
Dayê Gulê yek ji wan karakterê balkêşe. Belê, li pey kurê xwe Las pir diçe (mixabin rastî tû rêçê nayê) lê mînak neviyê xwe Yadîgar qet heznake . Serkeftinê neviyê xwe re qet şa nabe " Pişt re ji me behsa ders û dibistanê dikir. Behsa hevrêyên xwe, mamosteyan, behsa puanên ku min werdigirtin. Behsa wê yekê bû ku kî ji min zirektir bû? Çima zirektir bû? Tiştekî bi qasî wê a deyekê ku min digot ez şagirtê herî zîrek im, dilê Dayê Gulê xweş nedikir" (r.159) û bertekek tund nîşanî Ferxe û Xanzadê dide. Ew biryara zewacê ne jibareya wan bû,ew kevneşopiya vê axê ye.
Ferxe : hertim wek kesekî beredayî tê nasîn lê ew jî qasî karekterên din bextreş e. Ji ber ku birayê wî ê mezin Las wunda dibe mecburê zewaca jinbira xwe dibe. Keça Cihû Leylayê hezdike lê ji ber Cihûye dev jê berdide.
Xanzad: serî de di kesera wunda bûna mêrê xwe Las de ye Ferxe re dizewîce lê wî wek mêr na hertim wek tî dibînê. Dema Ferxe qala Leylayê dike. Xanzad Leylê yê dihesede''Gava Ferxe behsa serhatiyên xwe dikir, Xanzad di wê bawriyê de bû ku guhdariya çîroka serkeftina dijminekî li ser hevxema xwe dike"(r. 35)
Yadîgar: Xortê nûcîwan ê her tim di xeyala hatina bavê xwe de dijî. " Dibe ku eger zarok bûna min wiha bawer bikira li ewran siwar bûye û qevdek gulên şoran ku min nedizanî çawa neaniye"(r.59) dizane bavê wî vegeryaye lê pîştî hefteyekî diçe bavê xwe bibîne. Mixabin nagihêjejî.
Û Las: Nûxuriyê Wîsû axa, xemxurê ax û welatê xwe . Ji bo rizgariya axa xwe ditekoşe û 15 salan dîl dimîne. Piştî wan salên dû û dirêj vedigere mala xwe lê tiştek li ser tiştekî nemaye. Beyî pirsa jin û kurê xwe bike, beyî kurê xwe bibîne pîştî hefteyekî lê dixe diçe.
Çawa ku me li jor rêzkir hemî karakter têkçûne. Jiyana rojane hemiya jî herame. Di vê bermemê de em dibînin ku mirovên welatê me jî wek ên dinyayê piştî şerê cîhanî ê duyemîn têkçûne. Ne keseyata wan a netewî ne jî a takekesî nemaye.
Êja em vegerin li ser himê dî : Ê kû niviskarî çiruska hêviyê li ser damezrandiye ango gulên Şoran ango Beyta Las û Xezal( ev beyt çîrokeke geleriye. Piranî devkî hatiye gotin. Û di heremê Kurdistanê ên cuda de bi gelek awayan hatiye gotin): Ji xwe bi rêya navmetniyê haya xwenêr vê çîrokê dike. Dema mirov bêhtir vê çîroka gelerî dikole. Mirov rastî çîrokeke evînî a dilsoz ûtrajîk tê.Çîroka me jî heya bêjî trajîk e heya bêjî dilsoze. Dilsozê axa pîroz dilsozê welatê azad. Û berhem dilsozê wêjeya kurdî ye.
Eta Nehayî himekî xweser û bingehine di edebiyata Kurdî de. Mala Xwedê ava ku Eta Nehayî Kurde û Kurdî dinivîse.