Gönderi

Rêwîtiyeke Kurt-mancî li Welatê Pirpirokan
10/10
·80 syf.··
Beğendi
·
2026 20. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 23 Şubat 2026 14:12
Mihteşşşem! Piştî Mehmet Dicle, cara ewil e ez ji ziman û uslûba nivîskarekî hewqas hez dikim. Rûbar Elî, kekê ezîz, Xwedê yeke te bike hezarî û lingê te li keviran nexe. Ev berhema li ber destê me, Welatê Pirpirokan, çend meh berê ji weşanxaneya Nûbiharê derket. Berhem ji 9 çîrokan pêk tê û li ser hev 78 rûpel e. Hemû çîrok pişta xwe dispêrin rastî û pirsgirêkên civakî. Nivîskar van pirsgirêkan ji nû ve honandiye û bi zimanekî helbestkî, bi helwesteke henûn, bi hûrik hûrik vegotiye. Ev berhema wî ya duduyan e, ya ewil Spêle (herçî nexwendine hûn li hêviya çi ne?!:) jî kêm zêde wiha baş û serkeftî bû. Lê dikarim bibêjim ku Rûbar Elî xwe ji aliyê vegotinê ve gelekî pêş xistiye. Gelek nivîskar hene tu dibînî bi dehan pirtûkan dinivîsin lê tu di wan de pêşketinekî an jî guherîneke erênî nabînî. Ji cihekî şûn da ev dibe dubarekirin û ji tehmê derdikeve. Lê Rûbar Elî berê xwe daye pêşketinê.. Piştî xwendina herdu berhemên wî, baş serwext bûm ku Rûbar Elî çavdêrekî gewre ye û bala wî tim li ser hûrgilîyan e. Ya ku berhemên wî ewqas serkeftî dikin ne mijara çîrokan e, lewra mijar pirr nas û ji nava me ne, tiştekî efsûnî jî tune ye di çîrokên wî de, hemû ji rastiyê ne û bi nêrîneke realîst hatine nivîsandin; bellam gelek caran tişta muhîm ne "çi" ye, ew "çawa" ye. Yanî mebestim çi ye? Eve ye: Rûbar Elî wekî gelek nivîskarên kurd, ji bîra miletê xwe avê vedixwe, dibe şahidê pirsgirêk û rasteqîniya miletê xwe, piştre tê van tiştên ku şahidiya wan kiriye ji nû ve lê bi şêwazeke derasayî dihûne, vedibêje. Ango beriya ku em li ser sekeftîbûna vê berhemê rawestin, divê em vê pirsê ji xwe bikin, ka gelo vî nivîskarî van çîrok û bûyerên tê da "çawa" vegotiye, bi şêwazeke çawa? bi zimanekî çawa? bi nêrîneke çawa? Bersivên van pirsan dikin ku em li ser serkeftîbûna berhemê çend tiştan bibêjin. Nivîskarên wek Rûbar Elî, bi şêwaz û uslûba xwe hêzeke mezin didin edebiyata kurdî. Ji me re her tim tiştên nû divê, her tim çavên nû bo dîtinê, guhên nû bo guhdarîkirinê, zimanên nû bo vegotinê.. lewra wekî Marx jî dibêje tekera dîrokê tim ber bi dahatûyê ve diçe. Nabe ku em berê xwe bidin pêşerojê lê paşopê herin! Divê lingên me jî ber bi dahatûyê, ber bi nûbûnê gav biavêjin. Herwiha edebiyata me jî çavnihêrîna tiştên "nû" dike.. Ger em bi kurtasî behsa hêmanên berhemê bikin, em dikarin bibêjin ku çîrokên di berhemê de gelek caran wek bîranînên nivîskar derdikevin pêşiya meriv, heta gelek caran gava meriv wan çîrokan dixwîne, meriv dibêje qey nivîskar midaxeleyî vebêjer kiriye û ew bi xwe di şûna wî de çîrokê ji me re dibêje. Ji vî alî ve em dikarin bibêjin nivîskar qet xwe ji metnê û ji karakteran dûr negirtiye, bi rehetî daxilê nava metnê bûye gelek caran jî çavên wî li ser tevger û gotinên karakteran bûye. Vebêjer carna kesê yekem û carna jî kesê sêyem e. Dîsa em ji aliyê teknîkî ve dibînin ku teknîka flashbackê hatiye bikaranîn û gelekî jî bi serkeftî pêk hatiye. Em di nav metnê de rastê mînakên navbermedyayî û navbermetnî nehatin, ango mînakeke wisa xurt em nîşan bidin nîn e. Şayesandin jî baş û di cî de bû. Ji xwe nivîskar ji serî heta dawî zimanekî helbestî bi kar anîbû, bi vî zimanî şayesandin serkeftî bûbû lê em nikarin behsa şayesandinên pirr dûdirêj bikin. Karakterên çîrokan, bi gelemperî sekan bûn. Hejmara wan hindik bû, serleheng tim mêr bûn, karakterên jin exleb wek hevser û dayik cih girtibûn di çîrokan de. Tenê di çîroka bi navê Sekerat de em dibînin serleheng jineke bi navê Fatîma ye. Tişta bala meriv dikişîne binhişa karakteran e. Karakterên çîrokan mîna ku tim hesreta rabirdûyê, hesreta zarokatiyê, hesreta ax û mekanên ku terka wan kirine, hesreta kes û nasên xwe bikişînin û nikaribin bi vê hesretê re serederî derxin, tevgeriyane. Li gel vê em di çîrokan de şahidiya têkiliya bav û kur dikin. Ev têkilî carna bi awayekî erênî carna neyênî, carna kurt carna dirêj, carna bi kêfxweşî carna hestiyarî derdikeve pêşberî me. Hesreta zarokatiyê û hesreta paxila bav tim bi hev re hatiye hûnandin. Dibe ku ev jî binhişê nivîskar be xwe di wan têkiliyan de dide der? Kî zane... Zemanekî wisa efsûnî û nediyar tune bû di berhemê de. Wekî me li jorê jî behs kir, nivîskar me car caran dibe zemanê berê, dibe zarokatiya karakteran û dîsa tîne roja îroyîn. Lingekî me li rabirdûyê yên din li dema niha ye, em şahidiya temenên buhurî jî dikin bi vî rengî. Ji bo mekan jî em dikarin bibêjin mekanên vekirî hatine hilbijartin; wek gund û bajaran. Karakterên nivîskar jî wek wî exleb ji Batmanê an ji navçe û gundekî Batmanê ne. Ango ew ne xerîbê nivîskar in, ne jî xerîbê me, însanên vê axê ne. Rûbar Elî, bûyerên ku di dîroka me ya nêz de qewimîne ji çîrokên xwe re kiriye mijar. Yek ji wan bûyeran failên meçhûl e ku ewê wek birîneke nekewandî heta hetayî di can û bedena me de bimîne, bûye mijara çîrokeke Elî. Di wê çîrokê de, karakterê me dîsa me dibe rabirdûyê, me dibe zarokatiya xwe û ji me re behs dike ka bavê wî ji aliyê kesên nenas ve çawa hatiye kuştin. Dîsa em dibînin ku ewên hatine kuştin ji kolan û sikakan re bûne nav(wek kolana Mehmet Sîncar), wisa di bîra kolektîf de cihê xwe digirin. Bûyereke din a girîng jî bendava li Heskîfê ye. Di çîroka bi navê Rûmet de em dibînin ku dagirkerî çawa rûmeta miletekî bi tevê axa wî binpê dike. Karakterê çîrokê ji Heskîfê ye. Piştî ku dewlet li wir bendavê çêdike û Heskîfa qedîm di bin avê de dihêle, karakterê me bi malbata xwe re diçe ser mezelê bavê xwe. Li wir çavdêriya dagirkirina ax û bîra miletekî dike û bi çend hevokên hestiyar van çavdêrîyan pêşkêşî me xwîneran dike. Em di vê çîrokê de bi awayekî rût û tazî şahidiya têkçûna "Bîra Kolektîf" dikin... Helbet gelek tiştên din meriv dikare li ser berhemê bibêje, lê bi kurtasî tiştên bala min kişandin û min xwest parve bikim ev bûn. Hêvî dikim Rûbar Elî bi dehan pirtûkan binivîse bi wî zimanê xwe yê rewan. Hêvî dikim ew bi wê helwesta rast û durist, xwe bigihîne bîr û bîranînên vî miletî, wan ji binê avê derxe û zindî bike.
Welatê PirpirokanRûbar Elî · Nubihar Yayınları · 202512 okunma
··
569 Gösterim
1 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Pir spas bo lava û gotinên giranbiha, mal û mezelê we ava☘️birastî jî bo min gelekî bi qîmet e ev şîrove îcar nizam gelo we barê min sivik kir an giran😊☘️
Şeyma
Gönderi Sahibi
Em spas dikin ku emekdarên wek te, bi zimanê maka me, berze dikin ruhê edebiyata me.. nivîskarên baş ti carî barên sivik hilnagirin, rêya te vekirî be..😊🙏🏾