Ji min re di bêjî: digel kê yî?
Ez çi zanim!
Çima holî mecnûn î?
Ez çi dizanim!
Ji min re di bêjî bi van nalînên xwe,
tu yê çewe li ber işqa min rabî?
Ez çi dizanim!
Ez im di nêv pêlên deryayên işqa te de,
ji min re di bêjî: li ku derê yî?
Ez çi dizanim!
Ji min re di bêjî: ber bi qurbangaha canan ve têyî,
ma tu na tirsî?
Ez çi dizanim!
Ji min re dibêjin: tu ji ber ronahiya min di çi halî de yî?
Ez çi dizanim?
Şevekê, nagahîn, hênaseya te li ser min dikeve,
Ez yek û du dibim —
Ez çi dizanim?
Ji min re di bêjî: digel kê yî?
Ez çi dizanim!
Çima holî mecnûn î?
Ez çi dizanim!
Ji min re di bêjî: çi li te ketî ye tu li vê qefesê!
Madem tu civîka hewayî yî!
Ez çi dizanim!