Niviskar Şener Ozmen destê Sponizayê girtiye û bajar bi bajar welatê Kardoxî( Kurdistanê) gerandiye.
Her jar,her kesayet portreya heleke welatê Kardoxî ye :Portreyên têkçûne, windabûne , tunebûne. Hêst û ramanên wan ne rasterastin, kêm dibin, zêde dibin diguherin ji ber wê bertekên wan jî diguherin.
Tu kes azad nîne: Ji xwe azadbûn, azadanebun ne di destê wan de ye. Sedema hemî tiştan heye, hemî tişt girêdayê hevin, yekin.
Disa jî ne bê hevîne . Yek ji yê herî têkçûyî Yasîn gelek caran divê "Tu têgih ne hêjayî wê ye ku mirov xwe ji bona wê bide kuştin " ( r.165/#299075496 )
Her çiqas Xo(Zaxo), Dê ( Amûdê )û Bad(Mahabad ) hebin jî navend Zex ( Hezex)e navend bakûrê welate . Rexneyên tuj li tevahî tevgera azadiyê a li bakûr dike. Tu bê rêxistin tenê li bakûr heye. Dema dikeve geremola rexneyan dev ji kitekit û sedeman berdide,tenê dibêje 0 derbas dibe.
Dema axaftin an jî tiştek ê zimanê biyanî ( Tirkî, Farisî, Erebî) dixe navde. Wergerê nake. Ango mixabin zimanên serdest bi çend hevokan serdestiya xwe avadikin. Bi min ev ne pirzimaniye . Ev rasterast serdestiye. Ez sewraxt nebûm niviskar çima wa kiriye .
Çîrok, xwe bi honak û zimanê xwe, bi awayekî tinguz diherikî. Ez nîzanim ew hêlên têkiliyên zayendî çima ketin nav de. A rast têkiliyên zayendî gotî pênaseyek sivike. Ev rasterast pornografî bû. Niviskar çima tiştekî wa kir nîzanim. Qey heyfa wî berhema wî nehatibû?. Qey kesekî pêşiya çapê xwendibû, ew şiyar nekir . Û Kevane, nivê nîva berhemê kevane bûn. Ji ber kevana xwêner nikarî bikeve nav berhemê. Koma amedekariya çapê çima mudaxale nekir? Heyfa berhemê.Pirsgirêkên editeyeyê berhemê xwe mezintir bû.