Romana Hesenê Metê a bi navê Labîrenta Cinan cara yekem di sala 1994 de çapbuye û 150 rupelî pêk tê.
Roman bi çîroka evîna Mamoste Kevanot û Nêrgisa Koçerê destpêdike. Dema berhem diherike xwîner dibîne ku vê çîrokê tu tişt romanê/ çîroka bingehîn zêde nekiriye, hema heye. Mamoste Kevanot bajariye keçika Koçer re dizewice û tê gundekî dibe mamoste. Lê di romanê de em cudahiya van kesan qet nabînin. Heta dema çîroka bingehîn a cinan destpêdike Nêrgisa Koçer hole radibe, tune dibe.
Di çapa Peywendê ( 2019) li ser pişta bergê nivisên hin navdaran hene ku qala romanê dikin. Navdara Tirk Pakîze Barişta dibêje " Realizm û surrealizma di Labîrenta Cinan de ji wan nimûneyên heyî yên ku em pê dizanin gelekî cudatir e. Û xwe dispêre cihên welê ku ji wan çavkaniyên welatên rojava jī dûrtir e, ev surrealizmeke xas e û ya nivîskar bi xwe ye." Lê ev çîrok hemî jî di nava civata Kurdan de hene. Tu şik û guman tuneye haya hemî xwênerên Kurd van gotegotan heye ango ev qinyet di civaka Kurdan de ji xwe heye. Niviskarî ev gotegot berhevkiriye û raxistiye ber xwêneran. Wekî tê zanîn li Kurdistanê wek berê gundên wisa kevneşopî zêde nemane( bo Bakûr dibejim) Ji ber wê zêdetir xwînerên îroyîn nebune şahidê van buyeran lê çawa ku min li jor jî got haya wan ji wan gotegotan heye.
Mamoste Kevanot tê gund,gund hemî dînî û cînîne, di serî de agahiyê wî ên sosretbûna gund hene dîsa jî, mamoste qet jê halî nabe şêniyên gund ne asayîne. Tu bê Mamosteyî hemî agahî ji bîr kir û hemî gundiyan vê rewşa xwe veşart, ji ber wê mamoste jê halî nabe. Da ku Gabranê Baço jê re ta bi derzî dike. Ev yek atmosferekî ava nake û xwêner maliq dimine. Bûyerên gotegotên civatê li romanê hatine û têde jî rûniştîne lê hin buyer maliq mane ne li gor hêmana çîrokêne . Ger mêrikî 52 salî keçikeke 12 salî re dizewice em nikarin vê bi cînîbunê rave bikin.
Keda niviskar saxbe lê bêyî honandineke balkêş bêyî avakirina atmosferê roman lêkirye.
Min berê du berhemên nivîskar xwendîbû. Gotinên Gunehkar û Tofan herdu berhem jî serkeftî bûn ji ber wê min bi dilekî rehet destbi vê berhemê kiribû. Lê bawerim berhema Hesenê Metê a herî qels eve.