Gönderi

Destana Dewrêşê Evdî û Edûlê
7/10
·288 syf.··
Beğendi
·
2026 5. kitabı
·
26 günde okudu
·
Okunma: 29 Mart 2026 21:47
Va pirtûka dema min xwend ez bi taybetî çûme serdema dema Dewrêş û Edûlê evêndariya dest pê dike û zarokatiya herduyan û jîyan a bav û kalên wan bû. Pirtûk çanda koçeriyê, dûzena jîyan a çadira wê demê ku bi şert û mercan hatine hevdû nîşan dide. Her waha sîyaseta Osmanî ya ku li ser eşîrên Kurdan dimeşîne dide baş dide nîşan " le belê di gellek cîhan de zêde zêde dikeve hûrgulîyan ev jî carna dibê nivîskar herikbariyê ji dest bernede" û wekî dinê hogirtî ya ciwanên ebra milan û yên kurdan xwe bi germî û xwedê derketina hev û bi taybetî jî ya jina balkêş bû. Nivîskar di vê mijarê de li gorî min serkeftî bû. Pirtûk; di mijara xwendina kurdî de jî başe û gellek peyvên herêmî têde derbas dibin hewceye dema mirov xwend, nîşe(not) bigire ji ber ku ramanê mirov ên Peyvan xurt dike. Qehremanê pirtûk ê Derwêş; bi jêhatîbûna xwe gellek di pêş deye û pir jî zîrek e. Evîndariya Derwêş û Edûlê bi rastî dema min pirtûka wegera tirkî xwend min hewqas kelecan nedigirt û wê pirtûkê gellek deran jî çewt hatibû wergerandin. Bi kurtasî pirtûk gellek xweş bû û ez jê pir peyv jî fer bûm. Hewceye her ciwaneke kurt bixwîne.
Kurdî
Dewrêşê Evdî kulîlka bilbizêk û rimEyüp Kıran · Nubihar · 058 okunma
·
24 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.