Gönderi

Ev Çiya Rûspî Ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê. Te şahid bivê, va Herekol. Miradkar, bi bext û ol Va Cûdî û va ye ev ax! Kîj wextî bêleheng ma? Kî gavê bêkêr? Ev axa bi xêr û bêr Ji bakur ve serejêr Gebar, Sîmal, Bêxêr... Her yek şêrko Ango, Yek yek Êzdînşêr. Li piştekê bigerî, va ne: Ev Nemrûd e Ev Agirî ye Ev Sîpan e. Kîjan e nerûspî Heyran Bêrûmet kî ji van e? Ronakê lêda çûrisî Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e. Enîmêr e û Dêrsimî, Ev çiya Tûjik e, heyran! Heyran, Ev çiya destbirakê Sîpan e. Ku di bin berfê de mane. Ba hûû dike, Mûnzir pûç î pûç dike, Zivistan e! Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. Têhn vedide l'lûlan ji teqînê. Stran dikevin pêlên xuşînê, şer dîne, şervan dîne çarmêrkî rûniştî di bin berfê de Ev çiya rûspî ne, heyran! Me, lome nekir ji wan. Na na, û ne ji yekî! Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî, Me lîland, Loma, bi Sîpan in stranên me Ka bistrê, heyran! Arjen Arî
Alıntı
·
61 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.