Gönderi

6/10
·296 syf.··
Beğendi
·
2026 15. kitabı
Kêmber, portreya takesên têkçûyî ên bindestên bêndestane. Ji ber wê ye hertişt kêm û kêmbere. Pevşabûna qedexe ewqas mezin buye ji hezkirinê kêm wisa rasterast tê jiyîn an jî qet nayê jiyîn. Bê watebuna qedexê ne kêmî wê jiyîna bê hoste . Ev yek ne azadiyê ji takekesan re tine ne jî dibe pêliyek bo doza azadiye. Kesayet pêşnekeve, azad nebe dozê çawa pêşkeve.Kêmasiya hêstan ji xwe diyare. Nivîskar bi têkiliya Selim û Aysel ê jî tîne ziman. Niviskar tespîtên xwe hurehur di her gav û kêliyê de vedibêje; Tiştên mezin, piçûk, giran,sivik, ji rêxistinêre , civak û takekesre hwd. ev yek jî buye sedema tu tiştekiyekê. Rê nediyare, rêbaz nediyare hema ser berjêr diçe.Roman xwe jî bin vê bindestiyê nefilitiye. Pîvanên exlaqî bigirê heya ên civakî hemî li pîvanên serdestane.Bi çend hevokên zimanê serdestan ku nehatiye wergerandin serdestiya serdestan xwe bicî kiriye . Nava ewqas navan de bijareya nivîskar a navê Selîm jî yek jî mînaka ne xweseriyêye. Helbet dema ev nav hate pêşiya xwîner berhema Oguz Atay'ê Tirk Tutunamayanlar hate bira wan. Silav dayinên vî rengî ji rêbazên postmodernixmêne û vê romanê jî hatiye lê çima Tirk. Gelo wêjeya dinyayê ne di xizmeta niviskar de bû. Roman du beşan pêk tê. Di serî de em hemî keseyata bi kêmasî û têkçûyîna wan livo livo nasdikin. Kesayet hemî ên di nava civakê dene , erê pevşabûn bi awayekê biwate û bi tund hatiye qedexekirin lê, gelo ji bo civakeke bi exlaq û azad tenê ewe asteng? Kêmasiyî û pêdiviyê dîtir tunene? Ev nerîn û şîrove ji xwe di rojeva civakêdene. Dema kesekî navsale û mixalifê azadiya civakê cîwanekî dibîne, kêm zêde heman tişta dibêje " Hin nikare xwedî doxîna xwe derê divê ezê civakê azad bikim" Ev mixalifê di nava civakê de her derê hene û her firsendê de jî dibêjin. Ket mineta xwe kesî jî mayînîn. Beşa duyem monologê bêhtir mîna dengê hiş anjî dengê mejî diherike. Ev rêbaz tehmeke taybet daye romanê. Niviskar heya cihekî hin têgehên di rêzê de karaniye lê wek têbinî wateya bîra turikê xwe nivisiye ev yek jî dîsa taybetmendiyek puçik û xweşik lê zêdekiriye. Roman bi xêr û xesaretên xwe bi kêm û zêdehiyên xwe hêviyê dide xwêner kû berhemê niviskar ên din jî bixwîne.
Edebîyata Kurdî
KêmberMihemed Şarman · Avesta Yayınları · 201510 okunma
·
50 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.