Gönderi

Têkiliyên Navbermedyayî di Edebiyata Kurdî de
Puan vermedi·167 syf.··
2026 57. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 24 Nisan 2026 17:24
Edebiyata kurdî jî wekî her edebiyatê li ber bayê modernîzmê dikeve, ji teknîk û qaîdeyên nû îstifade dike. Ji wan teknîkan yek jî navbermedyayî (Intermediality) ye. Navbermedyayî ew tişt e ku du yan jî ji duduyan zêdetir cureyên cuda yên hunerê, têkilê hev bin, an daxilê qada hevdu bibin. Mînak, di fîlmekî da behsa romanekê, an di pirtûkekê de bikaranîna amûrên sînemayê, bikaranîna mûzîkê, bikaranîna wêneyan û hwd. Ev ji bo hemû qadên hunerê derbasdar e. Di edebiyata kurdî de jî em dibînin ku mînakên navbermedyayî hey diçin zêdetir dibin. Pirtûka Mehmed Uzun, Bîra Qederê, pirtûka Mirad Bayram, Belkî Îşev Binive, dîsa pirtûka Yildiz Çakarê, Gerîneka Guernicayê mînakên herî girîng ên têkiliyên navbermedyayî ne. Ev pirtûka li ber destê me jî yek ji wan mînakan e. Şevhilat. Pirtûka Yaqob Tilermenî. Di 2023an da ji aliyê weşanxaneya LÎSê va hatiye çapkirin. Tilermenî di vê pirtûka xwe da ji cureya wêneyê îstifade kiriye, wek tê zanîn wênesazî û edebiyat du qadên cuda yên hunerê ne. Nivîskar, şeş tabloyên cuda yên Picasso bi kar aniye, pê romana xwe honandiye. Pirtûk ji şeş beşan pêk tê. Di serê her beşê da jî tabloyeke Picasso cih digire. Ev teknîk bê guman edebiyatê û berhema ji vê qadê derketîye bi hêztir dike. Bidestxistineke tevlihev, melez dertê holê ku em ji vê ra dikarin bibêjin alvêra qadên hunerî. Ji terz, uslûb û honandina Yaqob Tilermenî hez dikim. Beriya dest bi vê pirtûkê bikim jî min yeqîn dikir ku ez ê tiştekî pirr xweş bixwînim, lêbelê her çiqas ji aliyê teknîkî va serkeftî be jî, ji aliyê naverok û vegotinê va, pirtûkê ez hêvîşkestî kirim. Ji mijarê heta honandinê, ji karakteran bigire heta dem û mekanê, bi min, berhemeke qels derketiye holê. Min bi heyirîneke neyênî û metelmayî pirtûk bir heta serî. Dikaribû baştir bibûya lê... Xweşbûn û nexweşbûna pirtûkê li aliyekî, cihê kêfxweşiyê ye ku teknîkên romana modern di edebiyata me da jî tên bikaranîn û em mînakên cihêreng dibînin. Hêvîdarim ev zêdetir bibe û berhemên serkeftîtir derkevin holê.
ŞevhilatYaqob Tilermeni · Lîs Yayınları · 20232 okunma
··
318 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.