Ez ê bistirêm!
Berî mirinê
Ax û zarîn, şîn û girîn ji bona çi?
Ez ê bistirêm!
Ko hêj dest û tiliyên min
Ji darê tenbûra min sar nebûne
Ez ê bistirêm
Strana azahî û serbestiya welatê xwe
û dengê stran û tenbûra min
Li çiya û zinara
Li deşt û zozana
Wê deng bide
#CeladetElîBedirxan