Ez li te digerim şev û roj;
Bê te jîyan li min bû doj
Li te te digerim nav bajarên bîyanî,
Li nav welatên bê kart mayîn,
Ev e gul û ev e bilbil û ev e stran
Lê ka tu kûderê yî; Gulistan...
Sond xwarî me ez dê bigrim destên te;
Bi van destên ne azad...
Hem bê te bê cih û bêwar
Hem exsîr ûhem giriftar;
Li nav cîranên rû hişk û sar,
Hemû hov in an hemû mar?
Li zindanek hîstîr dîwar,
Li ser te bûm e dîn û har...
Ka kû ve birevim yar...
Bi van lingên ne azad.
Kî çi bêjê, bila bêjê xem nînin.
Dibêjin tu dîn î, lê belê ew bixwe dîn in
Hesreta rizgarîyê dil û hinav kirine birîn
Tu xweştirî ji min re ji rikehên zîv û zêrîn...
Dixwazim bijînim, bi awayê sê rengan
Her sê rengê; gulên li baxê te Gulistan...
Dixwazim bijînim wek bazehek bilindfir;
Divê maç bikim destên te; bi van lêvên ne azad...
Ez deşt im, tu yî zozan
Tu bêrî yî, ez im şivan
Dixwînim ser te bûm hozan
Blûr tû yî, ez blûrvan,
Bê te nikarim Gulistan...
Bi te re şad dibim ez şad!
Hew dî ji te re çi bêjim;
Bi zimanek ne azad...