Di porên te de çend bihar digerin
Çend bihar bêwestan mane
Çend bihar xwe kuştine
Ez dêranê dêran
Niha li bin siya mijangên te digirîm
Li bin çavên te digirîm
Qîzê qet nebe tu negirî
Qet nebe tu dilê min nede ber derd û keseran
Qet nebe tu bikene
Qîzê tu negirî ez bimirim
Ez bimirim tu neêşe
Ez bimirim tu negirî...