Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

gava ez diçûm niviştek çêkirîbû diya min ji bo min sê nanê firnê qewl krîbû ji bo ku bayê li ezmanan li min nexista lêvilkên wê diricifîn çavikên wê diperpitîn ku ez vegeriyama wê sê rojan rojî bigirta di ber riya xwedê de wê sê nanê firnê belav bikira di ber riya şêx û ûcaxan de wê şîrê şêr ji min re bianîya di şîvê êvaran de wê gulîsorek por hinekirî bixwesta li gora dilê xwe ez bizewicandima ne sê nanê firnê belav kir diya min ne sê rojan rojî girt ne golîsorek por hinekirî xwest li gora dilê xwe û ne jî şîrê şêr anî di şîvê êvaren de venegeriyam li wir mam hêvîyên wê di dil de bûn kulmek cîncoq şikestin û man porkura diya min li ber malê hîn li hêvîya min e hîn… wê li wir por spî kir min li vir jîn spî kir
·
23 görüntüleme
Muhammed Hüseyin Esin okurunun profil resmi
Tû neye ezı bımrım...
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.