Ev heft roj in heft gul vebûne li ser sînga dayê, li kolanê
Kê dît kê nedît
Li guhekî sax digerim gotinên min bi destpelinkê
Bi vî alî de diçim, dîwarekî bilind ji tenêtiyê
Li aliyê din xewek ji kirasê zivistanê
Li jor ezmanekî vikîvala... vê sibê bi nîv emrê xezalê û bi sewta kewê
can diavêj im ji bedenê
ev ne çîroka hûtê heftserî ye lê lê
porkurê, ji binê erdê dengê çivîkan tê
ji dengê xuşîna bayê tivingê û bêdengiya pitika li dergûşê
dengê min ne diçe ‘evda ne jî diçe xwedê...
Mem Ararat.