Kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr...
min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî...
min navek li kurê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî...
min navek li kurê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir...
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!şêrgele hebûn; koçek Koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza Agrî
şêrgele hebûn bi nav Ihsan Nûrî
Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!