Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

100 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Mîrzayê Piçûka bi Kurdî
Mîrzayê Piçûk
Mîrzayê Piçûk
A rast heya vê demê piraniya we dibe ku ev pirtûk xwendibin, lê di vê nêrînê de me ku bi zimanê Kurdî ewqasan nexwendibin. Dîsa dibe ku pirtûka Mîrzayê Piçûk ku li gorî hin kesan pirtûkek ji bo zarokan e û li gorî wan e. Lê di rastiyê de ew ne ji bo piçûkan hatiye nivîsandin, ew bi taybetî ji bo mezinan hatiye nivîsandin. Romaneke piçûk ji bo mezinan e. Antoine de Saint-Exupery, di sala 1943 an de ev pirtûk bi zimanê Fransî li pênûsê xistiye. Pêşiyê de pirtûkek nêzî bi 1000 rûpelan bûye lê piştre bi daxwazê weşanxaneyê pirtûk kin bûye û hatiye şeklê xwe yê îro. Ev jî derheqê nivîskar de tiştekî balkêş e ku nivîskarê me balafirvan e û di vê pirtûkê de hûrgiliyen ku cih daye piraniya wan sitavek ji jiyana wî ye. Pirtûk xwediyê hûrgiliyên otobiyografîk e. Gava cara yekem ku min ev pirtûk xwend û xelas kir, ez negihîştibûm peyamên ku di pirtûkê de ne. Îro cara çarem e ku min "Mîrzayê Piçûk" qedandiye û belkî îro hê nû gihiştime wan peyamên pirtûkê. Li gorî min divê her mezin di salê herî kêm carek bixwîne û ji ders û peyamên ku di pirtûkê de ne sûd bigire. Ev pirtûka Mîrzayê Piçûk ku li seranserê dinyayê de ji 140 milyon bêtir hatiye firotin, ji bo xwendevanan tijî dersên mezinbûnê ne. Pirtûk ji bo zarokan tenê "Çawa dibe ku mezin bibin? " hîn nake, ji bo mezinan jî "Çawa dibe ku mezinek baş bibin?" bibîr dixe. Çîroka Mîrzayê Piçûk bi kurtasî ev e ku Mîrzayê Piçûk, zarokeke di gerestêreke piçûk de bi gula xwe tenê dijî. Rojek dixwaze biçe gerestêrên din kefş bike û gula xwe tenê dihêle û bi rêyan dikeve, rêwîtîkek dike. Lê ji vê rêwîtiyê tişta ku balê dikşîne "mezinbûn" e. Tişteke dî jî bi çavê Mîrzayê Piçûk ku em tê digihîjin heye, dema însan mezin dibin ji nirxên xwe yên însanî û binyadî ve dûr dikevin heya dejenere jî dibin. Taybetiya herî diyar a Mîrzayê Piçûk ew e ku li hemberî pirsên ku ji wî tê pirs kirin bi pirsan bersiv didin û bêyî ku bersiva pirsên xwe bistîne, pirsên wî duberekirin e. Geresterên ku Mîrzayê Piçûk lê geriyaye 6 heb bûn. Ew her geresterên ku jê tê behskirin a rast aîdî kesayeteke cuda ne. Yanî her gerestêr miroveke cuda temsîl dike. Li her gerestêrên ku serî lê daye rastî miroveke tenê hatiye, helbet ev jî xwedî wateyek e. Ji tu gerestêrê kêfxweş neçûye da ku gihaye gerestêra heftem, Dinya. Şah, Karferma, Hunermend, Serxweş, Ronikerê Çirayan, Coxrafyanas û di dawiyê de dostên ku ji xwe re çêkirine, Dinya. Pirtûk; pirtukek zirav û kin e. Di çanda popûler de ku sedema îkonbûna wê jî belkî ew e ku Mîrzayê Piçûk bixwe jî aliyê nivîskarê xwe bi imajeke hatiye şeklkirin. Wêneyên pirtûkê bixwe jî aliyê nivîskar hatiye çêkirin. Ristikên, fîgurên, defterên Mîrzayê Piçûk... Li her dikanên hediyefiroş miheqeq rastî fîgura Mîrzayê Piçûk tên. Divê ku di çanda popûler de fîgurbûna Mîrzayê Piçûk bêjim. Rexne: Wergera pirtûkê ne xirab bû lê ji aliyê çend xeletiyên rastnivîsê fêhmkirin dijwar dikir. (Lê helbet di hin cihan de)
Antoine de Saint-Exupéry
Antoine de Saint-Exupéry
"Ez vê yekê dibêjim ji ber ku ez naxwazim ku yek bi çavekî piçûk li pirtûka min binêre. Ez bi vegotina van bîranînan gelekî xemgîn dibim. Ev şeş sal in ku bi berxê re çûye. Eger ez anuha dixwazim salixdanê wî bidim, ez vê yekê dikim da ku ez wî ji bîr nekim. Ew tiştekî xembar e ku mirov dostekî xwe ji bîr bike. Her kes ne xwedî dost û heval e. Ez jî rojekê dikarim bibim wek mirovên mezin ên ku tenê guh didin hejmaran. " ANTOINE DE SAINT-EXUPÉRY
Mîrzayê Piçûk
Mîrzayê PiçûkAntoine de Saint-Exupéry · Avesta Yayınları · 2014234,6bin okunma
··1 alıntı·
52 görüntüleme
Wergêr okurunun profil resmi
Spas dikim Zeynebxan, ez ji hatina vê derê û ji elaqeya te kêfxweş bûm. Em Kurd jixwe zêdenin, lê bêhişmend in, Xwedê ji vê zêdebûnê hejmara Kurdên xwedî hişmendî zêde bike û ji me re jî bike nesîb ku em wan nas bikin. ^~^ <3
Wergêr okurunun profil resmi
Lutf dikî Zeynebxan, spas dikim :) Ez li Instagramê de bookstagrama Kurd ya ewil im. Lê zûde ye min malpera xwe girtiye.
Wergêr okurunun profil resmi
Welle min zûde gotiye êdî malperê nevekim, nîyeta min nîne yanî lê ka Xwedê dizane, ger şewqek were min, çima na. :) <3
Şev okurunun profil resmi
ez şaş û mat mam te çi xweş nivîsandî ye ez dibêjim heta îro vê sîteyê lêkolînan herî baş min xwendî ev bû, destê te sax be:)
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.