Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Vê Lehzê Vê Payîzê
dinya li ser şopa xwe dizivire serê xwe ditewînim, bejna sîya xwe dişkînim, pejna bedewîya xwe dihewînim –nava min qendîl, bejna min zirav e– didewixim hundirê xwe, destê xwe li ser hêvîyên xwe didim, porê wan didim bayê sayî şukûdar dibim xwe dihebînim cênîka xwe miz didim, gêrikên tilîyên xwe dijmêrim devê dengê gurê xwe digirim, bi xwe ve qeyd û bend dibim, mêjîyê min diderize tu yê çi wextî ji vê dinyayê bar bikî? firk diavêje qorika pişta min!
5 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.