Min ji te hez kir
Ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e
Ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e
Ji bo çawên min ne mezintir
An jî bêwila min ne biçûktir e
Min bi xwe û Xwedê re şer kir
Min Xwedê bêminet kir
Min ji te hez kir ez bûm yekî kafir
Min ji te hez kir
Min mirina ku gav û saet di bîra min de bû
Û hundirê min bi qeramûşkên xwe kort dikir ji bîr kir
Min dilê xwe li mirinê rehet kir
Min çê û xweş kir
Min ji te hez kir
Ez bûm yekî nemir....