Min xwend li ber serê te dilbera hêja
Yasîn û tebarek û emma û qulhuwella
Rabûm zivirîm hatim, nav maleke vala
Dîsa di destê min de ma ew qedeha vala
Bi şevê şiyar bûm ji xewê saet diçû çara
Çûm ber derê oda yarê, odeke virt û vala
Ew gav serî li min geriya wek vizika zara
Ketim, nikarim rabim xwe bigrim bi dîwara