Ku keran li nik keran
girênedana
Û seyan nekirina nitirvan,
Seyan bihewandina di axurê
Û keran berdana derva
Kêf hê dibû kêfa guran.
Ku keran li ba keran girênedana
Ellahû-alem
Ne hînî zîtika dibûn ji hev
Ne hînî kerîtiyê.
Kî zane belkî jî piçek
Bibûna meriv