Serî de pirtûk li ser nijadperestîyê hatiye nivîsîn. Di sala 1492'yan de ji alîyê melîkeya Spanyayê, Isabellayê cihûyên hatî sirgûnkirin bi lez û bez û awayekî nexweş hewl didin ku riha xwe û malbata xwe rizgar bikin dikevin rêyan. Bi gelek tengasî, pirsgirêk, mirin û wendakirinan şûn de li Stenbolê bi cih dibin û dikevin nava Osmanîyan. Li wir şûnde li ser mijara du malbatan berdewam dike..
Bi rasthatinên mucîzevî mirov dikêşe nava mijarê de.
Rastî salên 1500'an, wextê sedsala Osmanîyan a ji bo text hevdu dikujin, dixeniqînin, şer û pevçûnan tê. Li serveyî ve û awayekî xweş ji dîroka Osmanîyan hatîye qalkirin. Ji bo dîroka 1492-1598'an bi pevxistinek baş hatîye nivîsîn.
Bi ziman û wergerek pirr herikbar hatiye nivîsîn, mirov tu kêmasîya wergerê nabîne. Hibrê pênûsa Mehmed Dehsiwar her biherike..