Gönderi

... Tu kalana dilê min î,ez dê çawa şerê payîzan bikim. Tu deryaçeya giyanê min î,ez dê çawa pêşwazîya keştîyên xewnê bikim. Tu gustîlka hebûna min î,ez dê çawa xwe hînî dudiliya jinan û hînî evînbazîya dîroka talan û kavilan bikim. A niha stêrkên te bi ser dilê min de dirijin, A niha awirên te şevê diqelêşin û bendemana min dikujin, A niha erd û ezman bi ser poşmanîya min de dihejin, A niha bazên te gulava êvarên min dimijin, A niha di hinavên te de, di gav û qulavên te de ji dayîka xwe çêdibim. Birûskan di lêvên te de vedida û ez jî ji tirsa gotinan dilerizîm. ...
·
28 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.