Gönderi

... Dilê xwe di rûyê min de negire min binefşa xewnê ji te re anîye. Gewrîya xwe di rûyê min de negire min gulgenima bîranînê ji te re anîye. Singa xwe di rûyê min de negire min baskê berbangê ji te re anîye. Laşê xwe di rûyê min de negire min helbesteke germ û dilekî germ û welatekî germ ji te re anîye. Ji gûnehbariya te derdikevim.. Weke pêxemberekî sûcdar derbasî dojehên bendemana te dibim. ...
·
10 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.