Tu xewnbîna dawî ya dinyayê yî
Heger tu jî ji dest herî wê av kin bibe
Wê azadî bimire
Ez ê ji tenêtî biqefilim
Ji bêçaretî bişibim ên ku ji wan nefret dikim
Ji buhara min keskesora kenê te dizîn
Ji sibeha min xunava gizinga te dizîn
Ji êvara min tavsorka asoyên te dizîn
Ji guhên min ritm û newaya navê te dizîn