Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Janya
Janya
Janya
tanrı ve zaman yanlış hatmedilmiş kiliselerin çanları sağır… minareler kısa… dekolte doktrinler giyinmiş abdal… geç kalmış, geç yağmış yağmurlarla dolmuş sarnıçlar, yırtıcı bir neşter darbesiyle, bulanmışlar nükleer sevdalardan olan kuleler, rokoko kristallerle süslenmiş tünellerde lime lime olmuşlar, bikes düşlere darılmışım,
··1 alıntı·
1 artı 1'leme
·
329 görüntüleme
BERXWEDE okurunun profil resmi
Xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin naqosên dêran kerr... minare kin... doktrînên dekolte lixwekirî evdal... sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike (ji qevmê pezkoviyan re xew heram e) peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere, li ezmanê hundirê min, qaqlîbaz firînên kamîkazeyî li dar dixin, kovanên genimî, li ber aşên êşan, kêliyekê jî aş nabin, aj nabin, hûr dibin û hey hûr dibin, ji elfabêtan tîpek kêm dibe ku dimirim, w... ey waweylê janya, kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra... çiqas êvarên şînboz bihurîn û çûn ji keştiya xeyalan çirûskeke serzer peya nebû, li peravên hestên min ên hestî û çermmayî, pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir, min venexwend cemeata xwe, ferîşteyeke fahîşe sing venekir, maran jî ez ji kom û refên xwe aferoz dikirim, bi qasî yez- danekî bêqûl tenê dimam, mezhebên şêx û mirîdên wê ez, min diafirand di çarmixan de, min her çavê xwe li destmal- ka bixwîn, ya destê weronîkayê digerand, bi îskeîskeke zen- garî, mîna guran tim dizûrriyam, hosteyê dînîtiyê mam, goştê hov ji te re ricifeke ruh divê, nêrîneke şêtiya şûran divê, ez heta qirikê binicihê tirbê hilnayêm janya hilnayêm porkurê di tirban de hilnayêm ha! a li eniya te nivîsî ne ne qeder e, soneya serpêhatiya temenê min e, dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te, çirreke şiîr didoşim ji hewraniyên sipîboz ji bona çivîkên çavên te xwezî janya min îmana te ya rewnaq bihewanda, xwezî berxê ji xeynî te pê ve, bi tu fikaran min tehma hişê xwe xera nekira, bêxem min tu li suqulîka xwe bikira û sûk bi sûk bigeren- da, di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te biki- ra zîndana zimanê xwe lê xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin ez hêmayeke heyama hewaran, di herban de nîşangeha riman serî gog, çav xar, zikçirîyayî fermo janya êdî tu dikarî xwe bikujî... Kürtçesi daha muhtesemdir. Her sey orjinalinde güzel bence
Mevlüt okurunun profil resmi
Oyle dûşûnmedim ama sagol
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.