"Mela banga sibê didî, dibê: Ji xew rabin bes e
Ev bû hezar sal kole ne, ta key di xew da bin bes e
Li ser we tim zor û setem, pingav û gol û ça û çem
Li ser we bûn sar û seqem, lê win şiyar nabin bes e
Malê me tim dixwî neyar
Tim tenê me qamçî û dar
Bindest û birçî û hejar
Carek qe ranabin, bes e..."