Li ezmana nehati me
Ne mêvan im.
Berî dîrokê,
Kaniyek bûm li vira der bûm,
Berî dîrokê,
Agirek bûm li vira hêl bûm.
Bar kin, herin!
Ji xencî min, kanî kesên din têr av nakin!
Ji xencî min, dargûz li kesê din sîberê nakin!
Bar kin, herin!
Tovê we li zeviya me şîn nabe, dimre.
Mêrga me di bin piyên garana we de agir e.
Heta dartûyê me jî ewê bizirê
Colankê ji bo zarokên we ranagire!
Bar kin, herin!
Fêkiyên darên me xav û kal in,
Ava me şor e,
Hingivê me di devê we de tehl e.
Bar kin herin!
Bar kin herin!