Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Gönderi

94 syf.
·
Puan vermedi
·
11 günde okudu
Mahmud Baksî (1944-2000) , Baksî di sala 1944 de li gundê Suphiyê ku girêdayê Hezo (Kozluk) Batmanê ye, ji dayik dibe. Baksî siyasetmedar, rojnameger û nivîskarekî kurd e. Di sala 1970 de ji ber nivîsên wî dewlet 15 sal ceza jê re dibire, ji bêmecalî Baksî mecbûr dimîne ku derbasî Elmanya bibe. Di sala 1971 de li Swêdê bi cî dibe. Baksî heta niha 22 pirtûk nivîsandiye pirtûkên wî wergerandine gelek zimanan. Ev roman di sala 1988 de hatiye nivisîn. Lehengên romana Gundikê Dono ev in: Hecî Zorav: Axa yê Gundikê Dono xwediyê gunde. Axayekî bêrehm û zordare. Sê jinên wî hene bi hanîtina Aso dibin çar jinên wî. Bedo: Hêja di zaroktiyê de malbata wî bi tevahî ji aliyê leşkeran ve tên kuştin. Ew jî tê Gundikê Dono Hecî Zorav wî xwedî dike. Aso: Dilketiya Bedo ye. Bi zorê dibe jina Hecî Zorav î çaran. Zibêr: Aqilmendê Hecî Zorav. Ruspiyê gund e. Filîto: Bi zordestî Hecî Zorav hersal çend malan ji gund derdixe, yek jî jê mala Filîto ye. Filîto jî ji bo heyfa xwe bistîne dibe bela serê Hecî Zorav. Gundikê Dono gundikê kalikê Mahmud Baksî ye. Ev berhem jî bi piranî bûyer û serpêhatiyên kalikê wî ne.Nivîskar zilm, zordestiya axa û şexen Kurdistanê ku li gundiyan dikin bi awayekî realîst hûnandiye û wisa ev berhem dirûvê romanê girtiye. Ji ber zilma Hecî Zorav ku li gundiyan dike Zibêr, Filîto û Bedo planekî çêdikin, dihêlin ku Aso bi Hecî Zorav re bizewice. Dixwazin piştî zewacê Aso birevînin û wisa Hecî Zorav bêrûmet bikin û itibara wî di nav gel de nehêlin. Ji ber kirênên Filîto û hevalên wî Hecî Zorav lêşkeran li gund top dike li şopa wan digere. Rojekê ber êvarkî Filîto ji dûr ve tivingê berî Hecî Zorav dide wî dikuje, leşkerek jî Filîto dikuje. Kuştina Hecî Zorav û Filîto zû li nav gel belav dibe. Zibêrê Ehmê di bin şikefta Zirqayê de berê xwe da Çemê Xerzan û dibêje: - Ma Xwedêyo tu bi xwe dibînî...Tu şahidê tarîxa me yî. Her tişt malûmê te ye. Em dîsa hatin serê lîstikê...Tarîxa Xerzan nahelê ku hejmara Filîto yan zêde bibe. Roja ku ev tişt bê cî, em ê pişta feleka xayîn bişikînin. Lê ev tişt, demeke dûr û dirêj dixwaze. Hecî Zorav çû kurê wî ket çiyê wî. Kurê Filîto û Ezedîn, dê şopa bavên xwe biajon. Ez zanim, Warê Xerzan dê rojekê biguhere, lê ez ê nebînim. Weki ku Yaşar Kemal di romana xwe ya Înce Memed de dibêje: "Ev dinya wisaye, tu Axa dikujî Axayek din tê şûnê, tu wî dikujî yekî din tê." Her wisa tiştê em tê digihîjin ku yekîtî tinebe wê zilma axa û şêxan her û her hebe. Pirsgirêk ne kuştina axayekî ye divê hîmê axatiyê ji holê were rakirin.
Gundikê Dono
Gundikê DonoMahmut Baksi · Lîs Yayınları · 200728 okunma
··
146 görüntüleme
Şev okurunun profil resmi
destê te saxbe gelekî xweş bûye
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.