Li ser sînga bêkesîye dijîm
Pêçîyên min zer e
Ji ber çixara pêçandî
Hiş û aqlê min zingar girtî
Qefesa sînga min buye heps û zindan
Dilê min tê da mehqûm
Ber bayê sibehê ve difirim
Difirim û dicemidim
Diricifim ji ber bêkesîya te
Jehr û qotik
Derd û keder
Tim pahra min
Ma ev bu soza me
Ma ev bu dûrketin lê?