Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Mihemedê Dilşûşe
Odeya wî bi guldankên sosret û çaydanên bi nexşên çînî girtî ye. Bi wan perdaxên ku wêneyên çûkan li ser wan e, bi wan ferfûriyên sosret ku wêneyên ejdeha û piling û kevokên agirînî li ser wan hatine nexişkirin dagirtî ye. Dolabên wî, pirtûkxaneya wî, maseya wî û sindoqa wî hemû şûşe ne. Li ser dolabekê, gokeka şûşe ya şîn ku nexşeya hemû dinyayê li ser e hatiye danîn; gokeke ku wê dinyaya şûşe tîne bîra me ku ez û te tê de dijîn.
·
10 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.