Mirin, çawa be, para herkesî ye; dûr nêzîk wa bihata. Mîna gotina pêşîyan: "Mirin hespê boz e, îro li derê min sibê li derê te." Lê rûreşî? Ev di destê mirov de ne. Mîna gotina Mahatma Gandhî: "Ku tu bi destên xwe nedî, kes nikare rêz û rûmeta te ji te bistîne."