em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar insan
ne şinahiya asîman
ne xweşikbûna kûlîlkan
û ne jî berbangên awaz-çivîk xema me ne êdî.
stranên me yên evîniyê rawestiyan
lê negerin
naxuye
di bîbûkên me de jiyan.
ji xwe em xizimê hev bûn
xewin û xeyalên me wekhev
em bi hevre mirin
pênc hezar insan. | Berken Bereh