Ji her mirovî ditirsim. Kî ne ev mirovên kuçe û kolanan? Ev bajarê xopan, çawa ji mirovên jev re nenas tije ye. Heke wê ji hev hez nekirana mirovan çima ev bajar di zik hev de çêkirine? Hişê min nagire. Ji bo hev kêm bikin, hev bikujin, bixapînin? Çawa ew qas mirovên ew çend ji hev cihê, ew çend ji hev re nenas di bajarekî de dijîn?