Sone 138
Ku dildar bi sond bibêje, dev-dilê min yek e,
Dizanim derewan dike, lê jê bawer dikim,
Bila bibêje, ciwaniya xam e, xem nake,
Hînî fen-fûtên cîhanê nebûye, çi bikim!
Xwe dixapînim, qaşo ew min ciwan dizane,
Heylo, qey ew nizane dewrana min a xweş çû?
Bes zarê wê yê derewbêj wek perestgehan e:
Lew li her du hêlan têk diçe rastiya xwerû.
Lê ji çi re nabêje ku bi xwe ne dilsoz e?
Gelo ez ji çi re nabêjim ku ez î kal im?
Lo, qaşodilsozî ji evînê re xweş koz e,
Ez î kal qal nakim ji 'emrê çûyî yê zalim:
A wiha, ez û wê, em jev re derewan dikin,
Bi şerm û derewên xwe em şelafiyan dikin.
William Shakespeare
Ez ê hatim j'nav dara va lê lê lê cana min
Ez ê hatim j'nav dara va oy li min cana min
Ez ê qiymîşê te nabim, "kotî bimir jev berda tu"
Lê lê lê hevalê lê
Lê lê lê rindikê lê
Lê lê lê çavreşê lê
youtu.be/tUQyra_hW3gyoutu.be/dqSFG6z0cNU
ÇAVREŞÊ LÊ
Mаlаn bаr kir ji yаylаn dа le le le hevаle
genim zer bûn ji gulyаn dа oy li min çаvreşe
gunde gunde te gerîmа ez e ketim jаjûryаn dа
Heta kengê, heta kengê
Nezan û dîl û xembar bîn
Me dil pir bit ji kovana’
Bêçar û bêkes û jar bîn
Bextê me wek ruyê dijmin
Heta kengê hosa’ reş bit
Heta kengê, heta kengê