baskê bazekî şikandin
asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin
awirek ji kîsê deștê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulilkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû
Bi rêya bayekî nazik
Min yekem car payîz nas kir
Bi rêya payizê
Yekem car bû ku
Min tenêtî nas kir
Bi rêya tenêtiyê xerîbî
Û bi rêya xerîbiyê evînî
Û bi rêya evîniyê jî min helbest nas kir
bi te re me û bêdeng dimesim dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimesin
ev bêdengi tenêtiya min lihev dide
ev bêdeng hêdi hêdi min disewitine...