bayê silav li darekî kir
darê tenê bi serî silav lê vegerand
çûkê silav li avekê kir
avê kenek jê re bi rê kir
avê silav li gulekê kir
gulê naza xwe lê kir
û bersiva xwe wisa da
lê dema keçeke xweşik
silav li wan hemûyan kir
darê ber bi wê ve baz da
çûk li ser mile wê rûnişt
avê ew hembêz kir
û gulê jî xwe li pora wê da
bi te re me û bêdeng dimesim dema ku min ji te hez kir
min ji xwe zêdetir hez kir
bêdeng dimesin
ev bêdengi tenêtiya min lihev dide
ev bêdeng hêdi hêdi min disewitine...