Te go ez ê ji te hez kim
Te soz xwar wey xwelî serê
Te winda kır evîndarek
Ji bo te dax da cîgerê !
...
Bextê mi reş bû wek şevê
Tiştê diçê navegerê
Ez poşman im, min dil da te
Te go çi, min got erê
...
aj da di dilê min de
hebûna te
mîna şitla rihanê
bi te dijîm, ji bo te dijîm
bi nedîtina te disoje
ev dilê ku hêj min ji tu kesî re
venekiriye deriyê wî
' Her çendî mirov serencama tercîhên xwe yên xelat û nehesabkirî; bê plan û heçkuheyî be jî, ji bo danîna çîrokeke mezin û abadîn, pêwîst bû mirov dil û cergekî ji pola bixe ser pişta hespê hiş û aqilê xwe û wîsa xwe di rê û rêbiwaran werde.'
meha Gulanê ji bo min êş û azar e
li warekî biyanî
Lê bi dil û giyanê xwe ez li wir im
li ser wê axê me
gul û kulilkên meha Gulanê berhev dikim
tînim li ser wê axa te datînim
Oy yarê, oy hevalê
Stêrka şevên tarî
Hêvîya dilên sarî
Nabînim, tu ji min dûr î
Ji bo hêvîyên azadîyê
Şîn bûye li ser Zagrosê
Derket jor, nayê xwarê
Oy yarê, oy hevalê
Kîjan helbest dê karibe rûkeniya te teswîr bike
Kîjan ferheng dê karibe peyvên pesinînê ji bo çavên te yên behrîn biwelidîne
Nizanim
Û nikarim paletîya ferhengan bikim
Û nikarim parsekiya peyvan bikim li ber derê gevendeyên helbestan
Ez ê ji te hez bikim
Û heza te di beyara dilê xwe de biçînim
Ji miriyan re fatiheyan naxwînim
Li ber dergeha ti