"Li Ser Sînemayê: 2"
Pirtûka min a sêyemîn ya "Li Ser Sînemayê: 2" di sala 2022yê de weke pdf/e-pirtûk hatibû weşandin. Naveroka pirtûka min; ji nivîs, gotar, naverok, nûçe, lîsteyên fîlman ên sînemayê ku di rûpelên gelek malper û kovaran de hatine weşandin pêk tê. Hûn dikarin li ser lînka jêr daxînin û bixwînin. rumetmed.blogspot.com/2022/12/pirtuka...
Pirtûka "Li Ser Sînemayê"
Min pirtûka xwe ya duyemîn a bi navê "Li Ser Sînemayê: Nivîsên Hunera Heftemîn" di sala 2021ê de weke pdf/e-pirtûk weşandibû. Pirtûk; ji nivîs, gotar, nûçe, hevpeyvîn û lîsteyên fîlman ên sînemayê yên min ku di rûpelên gelek malper, kovar, fanzînan de hatine weşandin pêk tê. Hûn dikarin pirtûka min a duyemîn li ser lînka jêr daxînin û bixwînin. rumetmed.blogspot.com/2021/12/pirtuka...
Reklam
Metafora çarkûçê Nietzsche, ji boy lêpirsîna nirxan û afirandina nirxên nû bangawaziyeke.. Bi vê metaforê Nietzsche, şuna qebulkirina nirxên mirovan yên niha, riya rexne û lêpirsînê vedike. Belê, emê çawe bikaribin metafora wî bikarbînin? 1- Nirxan lêpirsîn bike. Metafora çarkûç, teşfiqê hêjandina nirx û exlaqê civakê yên mewcut dike. Şuna ku tu van nirxan qebulbikî, redbike û rexnebike. Bi fikire ku ev nirxên henê çawe û çima sazbune û cihgirtine. Fikrên serbixwe û nirxên bixwe bi azad avabike. 2- Li ser resenîyê bisekine. Nietzsche, avakirina fikrên nû û bihêz teşfiq dike. Şuna ku bi çavekî tarî, şopandina ramanên kesekî din, ramanên ezitîya( xwebuna xwe) bîneziman. 3- Nêzikatiya rexneyî! Metafora çarkûç, fikra rexneyê esas digire. Girîngiyê dide; lêpirsîna angaşt û baweriyan, nirxandina delîlan û mêzekirina perspektifên cuda. Fikrên rexneyi, nêrinên te û yên dinyayê didane ser bingehek saxlamtir. 4-Teşfiqa afirîneriyê bike! Nietzsche qimet dide afirîneriyên nû. Afirînêr be, nêrînên xwe, projeyên xwe xepatên xwe vegotinên xwe yên hûnerî bi qenç derxîne holê. Afirinerî, dibe sedema derketina nirxên nû û dibe sedema vegotinên resen... Ji pirtuka Nietzsche Ecco Homo/ Wergerandina wê ji aliyê min hatîye kirin.
Ji pirtuka min
Min bi baxşîne min go dibe mirina tê li ber parestina çoka min be Çi zanim... Çi xeyalê min ê xweşik hebun min tu têvlî wa di kir Û her tim di nav wa xeyelan da destê min deste tê bu...