Ji ber ku wê demê li ser kar û xebata tomarkirin û arşîvkirinê hatiye sekinandin, îro em dikarin guhdariya dengbêjên jin ên wekî Sûsika Simo, Belga Qado, Gulîzera Etar, Zadîna Şakir, Meyrem Xan, Fatma Îsa, Eyşe Şan, Aslîka Qadir û yên din û gelek dengbêj û muzîsyenên mîna Karapetê Xaço, Efoyê Esed, Egîtê Têcir, Aramê Tîgran, Ahmedê Mirazî, Şibliyê Çaçan, Şamilê Beko û hwd. bikin.