Efendino
Efendîno rahijin teşkên xwe rahijin kincên xwe, postalên xwe û şivqeyên xwe çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re: tenq, top, tiveng, teyare… û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh û hepsên bêdergeh, zîndan û asaqgehên têrguneh û jinên xwe jî esseh efendîno, zaruyên xwe jî : hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî û kuçikên xwe jî bibin,
Biçin: berî kuç û kevir di we werbin Biçin: berî ku dayikên kitansipî tif bikin ser çavên we û hêj ku agir vêneketiye...
Reklam
Li Hêviya Te ( Mîna ku dem rawestiyaye)
Rê difitile li çîyan Diherime xewê şevan Li sîyan mezin dibin Tenêtîyên bêhempa Carina rê carina evîn Diêşîne dilê birîn Dijwar dibe bendemayîn Dijwar dibe bendemayîn Ew çavên rê qerimîn Didan wesfê kanîyan Navek daye rêya me Rêya kevir lê westîya Carina berf carina baran Xemiland erd û ezman Bi hev re bendî te man Em bi hev re bendî te man Mem Ararat
Dilem ji derdê te herdem xemîn e Balîfem kevir doşekem zemîn e Sucêm ev e ku min te hez kirye Ma her ji tê hez dike dilbixwîn e
Baba Tahirê Uryan
Dilem ji dêrde te herdem xemîn e Balîfêm kevir, doşekam zemîn e Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye Ma her ê j'te hez dike dilbixwîn e
Sayfa 239Kitabı okudu
tiştekî min heye li kevir dixim naşikê, li avê dixim dişikê, çî ye,, kevir, dest û dîwar, kevirên şahidê zeman, radizên di kûrahiya çêm da, di dîwarên bajêr da hê radizên kevirên qedîm,, kevirên bajaran hebûn berê, yên di wan da xetên zeman û nîgarên raz diman. kaxiz e lo,,
Sayfa 101 - avestaKitabı okudu
Reklam
1,000 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.