You can find Agirê Sînema Amûdê books, Agirê Sînema Amûdê quotes and quotes, Agirê Sînema Amûdê authors, Agirê Sînema Amûdê reviews and reviews on 1000Kitap.
Mela Ehmedê Namî, vê pirtûkê de behsa bûyera şewata Sînemaya bajarê Amûdê dike ku nêzî 280 zarokên Kurd di wê bûyerê de canê xwe ji dest dane. Nivîskarê ku wê demê de bajar gerîyaye û lêkolîn li ser bûyerê kirîye, bi vê pirtûkê dixwaze bûyerê di bîra civakî ya gelê Kurd de tim zindî bihêle û nehêle tu carî were ji bîr kirin. Lewra civakek; bi bîra hevpar, şadî û êşên hevpar dibe millet. Nivîskar wiha dibêje; "Birano, du tişt bûn ku ez bivênevê kirim ji bo nivîsandina vê reşbelekê:
1- Tiştên ku me di serê pêşberiyê de got: Ditirsim ev serpêhatî jî weke yên demên bûrî winda bibe.
2- Roja dawî piştî şewata sînemê ku çûm Amûdê, li ber şaredariyê xortekî xwenda û dilbirîn pêrgî min bû û rojbaşî da min. Çavên wî ji hêstiran weke du pila sor bûbûn. Ji min re got: "Seyda ma qey wijdan e ev serpêhatiya mezin weke serpêhatiyên demên bûrî bê nivisandin di ser me re bibûre, ma ne şerm û fihêt e?" Tenê ez hinek sekinîm û di bersîva xwe de ming ot: "Da ez binêrim ez benî.".
Dema vegeriyam malê, wê şevê ez gelek li gotina wî xortî fikirîm û min xwe bi xwe berpirsyar kir û got: "Eger ez daxwaza vî xortî pêk neyînim bê guman ez gunehkar im, çiqas li gorî min barekî giran e jî. Dawî min xwest ku çend rûpelan bi vê serpêhatiyê reş bikim. Gerçi wê li cem nezan û dijmina bê nirx be, ji ber ku dilqirêj, bextreş, çikûs û şîrheram ji cihanê kêm nabin..."
–Dayê tiştê çû..çû..ji îro pê de min ne êşîne.
–Kurê min pêtiya agirê sînemê di can û cegerê min de ye, derdê kezebê derdekî giran e, kezeb bê fedî û fihêt e, gazinan ji min mekin.
Rast e azadî pir şêrîn e "ji lewra ez tim dibêm: Zarokê xwe her tim bi şîrê wê xwedîkin:
Bi azadî biçûka bidne zanîn
Bi şîrê wê xwedîkin rengê dayîn
Nejîn hûn bo mirin, bimrin ji bo jîn
Bi azadî bijîn her tim kurê min